Qirêjiya çavkaniyên ava vexwarinê

Qirêjiya jîngehê ew bedel e ku hûn ji bo xwarina goşt didin. Barkirina kanalîzasyonê, avêtina bermayiyên kargehên goşt û ajalvaniyê di çem û ava çeman de yek ji sedemên sereke yên qirêjbûna wan e.

Êdî ji kesî re ne veşartî ye ku çavkaniyên ava vexwarinê ya paqij li ser gerstêrka me ne tenê qirêj in, lê hêdî hêdî jî kêm dibin, û ew pîşesaziya goşt e ku bi taybetî ji avê xerc dike.

Ekolojîstê navdar Georg Borgström dibêje ku Kanalîzasyona zeviyên sewalkariyê deh qat ji kanalîzasyonên bajaran û sê qat zêdetir ji avên pîşesazî jîngehê qirêj dike.

Pohl û Anna Ehrlich di pirtûka xwe ya Population, Resources and Environment de wiha dinivîsin ji bo çandina kîloyek genim tenê 60 lître av lazim e û ji 1250 heta 3000 lître ji bo berhemanîna kîloyek goşt tê xerckirin!

Di sala 1973-an de, New York Post gotarek li ser xerakirina avê, çavkaniyek xwezayî ya hêja, li ser çandiniyek mezin a mirîşkan a Amerîkî weşand. Ev çandiniya mirîşkan rojane 400.000 metrekup av vedixwar. Ev mîqdar têra avdana bajarekî 25.000 hezar kesî dike!

Leave a Reply